Meclisa Tenduristiyê ya kantona Firatê hat avakirin

Di çarçoveya pêkanîna madeya 104ˊan a Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Firatê hat avakirin.

Meclisa Tenduristiyê ya kantona Firatê hat avakirin
Meclisa Tenduristiyê ya kantona Firatê hat avakirin
Meclisa Tenduristiyê ya kantona Firatê hat avakirin
28 tebax, 2024   16:41
KOBANÊ

Îro li bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi beşdariya nûnerên ji tevahî sazî, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, yekitiyên bijîşkan, dermanxane û karkerên beşa tenduristiyê civîneke tenduristiyê hat lidarxistin.

Di civînê de li gorî madeya 104ˊan a Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Tenduristiyê ya kantonê hat avakirin.

Di civînê de Elaedîn Kino û Gulîstan Şêx wek hevserokên meclisê hatin hilbijartin.

Di madeya 104ˊan de ev hat diyarkirin:

Meclisa Tenduristiyê ji van sazî û rêxistinan pêk tê û wiha ne; nûnerên ji sazî û komeleyên têkildarî tenduristiyê, nûnerên ji yekitiyên bijîşkan û dermanxaneyan, bijîşkên diranan, yekitiyên pîşeyên tenduristiyê, nûnerên ji meclisên jîngehê, şaredarî û aboriyê, nûnerên ji fakulte û peymangehên taybet. Meclis proje û plansaziyên stratejîk ên dikevin xizmetî dozên tenduristî yên civakê bi pêş dixe. Her wiha saziyan bi pêş dixe û piştgiriyê dide aliyên di mecalê de dixebitin û koordînayê di nava wan de dike. Meclis li gorî pransîba tenduristî ji jiyana ekolojîk û avakirina civakeke azad dest pê dike, tev digere. Ji bo pêşxistina aliyê xizmetugaarî û misogeriya tenduristiyê akademiyên hişyariya civakî û zanistî li gel kadroyên tenduristiyê bi pêş dixe. Meclis hewl dide xizmetguzariyên tenduristiyê bi awayekî bêpere ji tevan bên dabînkirin. Li dijî tevahî cureyên bikaranîn û bazirganiya di aliyê tenduristiyê de tê dikoşe.

(fr)

ANHA