Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin

Qurbaniyên şewata Sînemaya Amûdê li cihê bûyerê hatin bibîranîn û şahidan jî bûyer vegotin.

Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
Şahidan şewata Sînemaya Amûdê vegotin
13 mijdar, 2026   16:34
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Amûdê qurbaniyên şewata Sînemaya Amûdê ya ku di 13‘ê Mijdara 1960‘î de pêk hatibû, li cihê bûyerê bi bîr anîn. Di bîranînê de Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam, nûnerên saziyên sivîl ên bajarê Amûdê û malbatên şehîdan amade bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre mamosteyê zimanê kurdî Arşek Baravî bûyera şewata sînameyê û cihê wê di bîra şêniyan de vegot.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Ferso behsa qêrîna zarokên ku di nava agirê şewata sînameyê de hatibûn dorpêçkirin kir û diyar kir ku ew qêrîn di bîra gel de hîna zindî ye, her wiha şopên wê yên dirûnî hîna dixuyane.

Di bîranînê de hevseroka Komîna Fîlm a Rojava Şêrîn Yûsif jî axivî û got, divê zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn.

Piştre helbestvan Ferhadê Merdê û helbestvan Beşîr Mele Newaf li ser mijarê helbest xwendin.

Hin şahidanên şewatê jî bûyer vegotin û bal kişandin ser hurguliyên tirsê, hewldanên rizgarkirinê û hawara zarokan.

Şahidan îşaret bi hewldanên Mihemed Seîd Axa Deqorî ya rizgarkirina zarokan kirin û dane zanîn ku bûye yek ji sembolên fedaîyetî û mirovî di bîra bajêr de.

Şahidan bi bîr xistin ku bi sedan şagirt ji bo komkirina alîkariyên bi armanca piştgiriya şoreşa Cezayîrê li sînameyê bûn û şewat hat derxistin, di encamê de derdora 280 zarokî jiyana xwe ji dest da.

Piştî bîranînê girse berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo da ku beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn bibin.

(bb)