YRA: Huseyîn Aykol jiyana xwe ji bo parastina ragihandina azad û heqîqetê da

YRA'ê ji bo Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê da û diyar kir “Jiyana xwe ji bo parastina ragihandina azad û heqîqetê da.”

YRA: Huseyîn Aykol jiyana xwe ji bo parastina ragihandina azad û heqîqetê da
2 ÇILE, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate gotin:

“Koça dawîn a Huseyîn Aykol windahiyek mezin ji ragihandin azad re ye. Tevî hemû zextan, bi biryardariyek pir mezin erk û navên xwe yên rojnamegeriyê berdawam kirin. Piraniya jiyana xwe ji bo parastina ragihandina azad û heqîqetê terxan kir. Xwedî rola bingehîn di pêvajoya pêşketina ragihandina azad de bû. Binpêkirinên li dijî gelê xwe belge kirin û bi raya giştî re parve kirin. Mînaka pabendiya bi exlaq û nameya ragihandina azad re bû.

YRA sersaxiyê ji malbata hevrê Husên Aykol, xizm û hevalên wî û qada giştî re dixwaze, soz dide wî û hemû pêşengên çapemeniya azad ku mîrateya têkoşînê û bîranîna wan bi wefadarî biparêze.”