Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 41 meh in agahî ji wan nayê girtin, ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin
1 tebax, 2024   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hat kirin.

Rêber Abdullah Ocalan di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin û ji wê demê û vir ve tecrîd berdewam dike. Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Her wiha nayê zanîn ku cezayên dîsîplînê bi kîjan hincetan hatine dayîn.

Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3'yê Gulana 2024'an de der barê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.

Tevî biryara dawî derbarê Rêber Abdullah Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.