Yekitiya Êzidiyan a Helebê konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Êzidiyan a Helebê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma "Rêxistinkirina civaka êzidî mîsogeriya têkbirina komkujiyan e "  li dar xist.

17 mijdar, 2023   19:49
HELEB

Konferansa li hola Telet Heleb a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, Yekitiya Êzidiyan a Şehbayê, nûnerên hêzên leşkerî, endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Ziyad Rustem û hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso amade bûn.

Endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Rojîn Qerendel nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser civaka Êzidî xwend.

Piştre hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso axivî, bal kişand  ku sedema tevliheviya li cîhanê siyasetên dewlet û pergelên serdest e û got: "Di pergala dewletan de gendelî heye, nikarin xizmeta gel bikin, lê belê şerê mafên gelan dikin."

Hiso girîngiya projeya neteweya demokratîk destnîşan kir û got: "Ev proje ya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêşkêşkirin, çareseriya herî guncaw ji şeran re ye. Bi neteweya demokratîk em dikarin bi aştî bijî û hev din qebûl bikin, bêyî ku pêkhateyek were paşguhkirin.′′

Bi navê Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava Roşîn Mûsa jî bal kişand ser girîngiya ku jinên Êzidî xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: "Di vê mehê de me gelek destkeftî bi dest xistin. Ji wan destkeftiyan rizgarkirinan Şengalê ye ku di vê mehê de bû. Dîsa di vê mehê de Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan heye. Ya herî girîng salvegera avabûna PKK′ê di vê mehê de ye ku rola wî di rizgarkirina jinan de bingehîn bû."

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Şawîş salvegera avabûna PKK′ê ku dikeve 27′ê Mijdarê li şehîdan û tevahî gelên demokrasîxwaz silav kir û şehîdên azadiyê yên rizgarkirina Şengalê bi bîr anîn.

Di berdewama konferansê de bi navê Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Ziyad Rustem behsa binpêkirinên pergalên serdest ên li dijî civaka Êzidî. Rustem li dijî hewldanên tunekirina vê civakê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên Yekitiya Êzidiyan a Helebê hat pêşandan û rapora salane ya yekitiyê hat xwendin. Ji bo xurtkirina kar beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Her wiha rêziknameya konferansê hat xwendin û li gorî nirxandin û pêşniyarên beşdaran hinek guhertin hatin kirin. Navê Yekitiya Êzidiyan bû Mala Êzidiyan û hejmara komîteyên wê ji 5 bû 7 komîte.

Piştre hilbijartin pêk hatin, Roşîn Mûsa û Henan Silêman bûn hevserokên Mala Êzidiyan a Helebê û 14 endamên din ji bo komîteyê Mala Êzidiyan hatin hilbijratin.

Di dawiyê de hevserok û endamên Mala Êzidiyan sond xwarin ku dê erkên xwe bi cih bînin.

(bb)

ANHA