Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê şervanê hêzên Cebhet El Ekrad Ebdo Mesrû li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin.

Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
Şehîd Ebdo Mesrû hat oxirkirin
17 mijdar, 2023   20:04
ŞEHBA

Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdo Mesrû (Îsmaîl Mihemed Hemo) 14′ê vê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî li bajarokê Erîme yê gundewarê Minbicê şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Ebdo Mesrû (Îsmaîl Mihemed Hemo) ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Farînê wergirt û bi karwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Menal Şêxo sersaxî da malbata şehîd û hemû şêniyên kantonê û bal kişand ser rola şehîdan a parastina destkeftiyan û avakirina civakeke azad û demokratîk.

Menal Şêxo behsa planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hewl didin bi hemû rêbazan me tune bikin, lê belê em bi Kurd, Ereb û Turkmenên xwe rê nadinê. Em dev ji xaka xwe bernadin û em ê li hemberî planên wê yên qirêj bisekinin.′′

Endamê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê Îsmaîl Hemo jî li ser fedakariyên şehîd Ebdo Mesrû got, şehîd Ebdo li Heleb, Efrîn, Bendava Şehba, Reqa û Dêrazorê şer kir û li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker efsanên lehengiyê nîşan da.

Hemo di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta armancên wan pêk bînin û deverên dagirkirî rizgar bikin civakeke azad û demokratîk ava bikin."

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rohay Kûsa wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin.

(mh)