Beşdarên panela li Silêmaniyê: Diyaloga jinan zanebûna li ser pirsgirêkên jinan zêde dike

Beşdarên panela li Silêmaniyê tekez kirin ku civînên bi vî rengî dibin alîkar ku nêrînên jinan li ser pirsgirêkên jinan xurt bibin û têgihîştina wan a rewşa heyî û ravekirina pêşketinên berdewam ên li çar beşên Kurdistanê pêş bixin. Her wiha bal kişandin ser rola girîng a ku jinên Kurd bo parastina nasnameya çandî û zimanî ya gelê Kurd de lîstine.

Beşdarên panela li Silêmaniyê: Diyaloga jinan zanebûna li ser pirsgirêkên jinan zêde dike
8 tîrmeh, 2026   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Rêxistina Waran, Hilala Şewket Lahonî  û lêkolînera civakî Kurda Ehmed ji ajansa me (ANHA) re li ser beşdarbûna wan di panela ku duh, Sêşemê, li Silêmaniyê, di bin sernavê "Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan" de hat lidarxistin, axivîn.

Hilala Şewket Lahonî bal kişand ser girîngiya lidarxistina panelên bi vî rengî û got, "Ev penel pir girîng e ji ber ku ew dihêle jin li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin." Hilala bal kişand ser beşdariya berfireh a jinên ji deverên cûda yên Kurdistanê.

Hilala da zanîn ku beşdaran rewşa siyasî ya li her beşekî Kurdistanê û bandora wê li ser jinan û asta rêxistina wan nîqaş kirin, û wiha dewam kir: "Em, wekî jin, niha têgihîştinek me ya zelaltir li ser tiştê ku li çar beşên Kurdistanê diqewime heye. Li hin deveran, tevgera jinan pêşketiye, lê partiyên siyasî li başûrê Kurdistanê bandorên neyînî kiriye. Li beşên din, tevî hebûna rejîmên otorîter, rêxistina jinan xurt e û dikare bi bandor dengê jinan bilin bike."

Hilala hêviya xwe ji bo berdewamiya panel;n bi vî rengî anî ziman û got: "Em hêvî dikin ku ev civîn berdewam bikin ji ber ku ew jinan hêzdar dikin ku bi xwe rêberiya dozên xwe bikin û beşdarî dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin bibin. Ez her weha hêvî dikim ku jin li seranserê Kurdistanê mafên xwe yên tevahî bi dest bixin."

Lêkolînera civakî Kurda Ehmed got ku yek ji mijarên herî berbiçav ên ku di panelê de hatine nîqaş kirin rewşa jinan li rojhilatê Kurdistanê bû û destnîşan kir ku jinên li wir bi pirsgirêkên girîng ên têkildarî nasname, ziman û azadiyan re rû bi rû ne, her wiha li wir li gorî beşên din ên Kurdistanê asta tundiyê bilindtir e.

Kurda wiha dewam kir "Tevî van şert û mercan, jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê karîn çanda Kurdî biparêzin û di dema Komara Qazî Mihemed de, wan di warên cûrbecûr de rolên pêşeng lîstin. Jinên Kurd di parastina nasname û çanda Kurdî de roleke girîng pêk tînin."

Kurda da zanîn kir ku rejîmên heyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan û civakê tundiyê dikin, û destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" asta êşa jinan nîşan dide û dijwarîyên ku ew pê re rû bi rû dimînin nîşan dide.

(k)

ANHA