Yekgirtina NEDA: Dengê jinan wê bilind bimîne heta ku azadî pêk were

Hevgirtina Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NEDA) di daxuyaniyekê de bi boneya Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku dengê jinan wê li hember şer, paşverûtî û cudakariyê bilind bimîne, heya ku edalet, azadî û rûmet bi dest bixin.

Yekgirtina NEDA: Dengê jinan wê bilind bimîne heta ku azadî pêk were
7 adar, 2026   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê "NEDA" daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê de, Hevgirtina NEDA dengê xwe yê hevgirtinê bi jinên herêmê re bilind kiriye û teqez kir ku têkoşîna wan ne pîrozbahiyek demkî ye, lê pêdiviyek hebûnî ye ji bo avakirina civakên dadperwer.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dengê jinan wê li hember şer, paşverûtî û cudakariyê bilind bimîne heya ku edalet, azadî û rûmet pêk werin.

(ac)

ANHA