"Em çareseriya siyasî dixwazin"

Rêveberên PYD`ê anîn ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de gelekî girînge û dê pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî çareser bikin.

"Em çareseriya siyasî dixwazin"
8 adar, 2026   02:35
HESEKÊ

Rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) gotin ku: "Em ê di çarçevê nameya Rêber Abdullah Ocalan de pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî çareser bikin." 

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê bajarê Dirbesiyê Silêman Xelîl got ku:" Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo me gelekî girîng e. Eger di destûrê de mafên me werin misoger kirin êdî pêdivî bi çek nîne. Eger di destûrê de mafên me werin garantî kirin em têkevin pêvajoya siyaseta demokratîk."

Ji bo rolê jinê di avakirina civaka Demokratîk de Xelîl wiha got:"Rêbertî her tim baldikşînê ser rolê jinê di ava kirina civaka demokratîk de. Bi azadiya jinê re wê şer û pevçûn bi dawî bibin û civaka ku bikarbe xwe pêşbixînê û pirsgirêkên xwe çareser bike, ava bibe."

Her wiha Rêvebera PYD`ê ya bajarê Dirbesiyê Dîlber Şemo anî ziman ku pirsgirêkên siyasî û civakî li ser bingehê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têne çareser kirin û got:" Rêbertî di nameya xwe de girîngî didemijara ku em bi zanebûn nêzî buyeran bibin. Ji ber vê yekê êrîşa li ser Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelekî giran bû lê belê li tevahiya Kurdistanê yekitiya gelê Kurd xurtir bû. Ji bo Sûriyeke nû û pêşketî ava bibe divê edalet û wekhevî di navbera jin û mêr de çêbibe. Jinê ji aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî ve berpirsyartî rakiriye û têdikoşê. Ji ber vê yekê divê mafên jin li ser bingehê edalet û demokrasiyê di destûrê Sûriyeyê de werin garantî kirin. Ne tenê li Sûriyeyê tûndî li jinê tê kirin, diyardeya tûndiyê li tevahiya cîhanê heye. Kûştina jinan xeter e û divê em bi zanebûn nêzî vê yekê bibin û xwe baş birêxistin bikin."

Rêvebera Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbesiyê Ebîr Hisên got ku:"Dibe ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî di girtîgehê de ye. Lê belê em li ser fikir û felsefeya wî birêve diçin. Nameya Rêbertî ya dawiyê ji bo me neqşeya rê ya vê pêvajoyê ye. Projeya Neteweya Demokratîk berhema têkoşîna 40 salî ye û bi vê têkoşînê re em gihîştin gelek deskeftiyan û ruhê berxwedanê û yekitiya gelê Kurd xurtir bû. Di vê pêvajoyê de pêwîst dike em di çarçevê nameya Rêber Abdullah Ocalan de pirsgirêkên xwe bi rêbazên siyasî çareser bikin, zane nêz bibin û xwe li ser rêgezên projeya neteweya demokratîk perwerde bikin. Jin jî bingehê projeya neteweya demokratîk e. Aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve jin berpirsyartî rakirine. Li Sûriyeyê divê jin qanûnî bighîjê hemû mafên xwe."

(dc)

ANHA