Têkildarî wêneyên li ser pirtûkên dibistanan nerazîbûn hat nîşandan

Wêneyên nû yên li ser pirtûkên dibistanan rastî nerazîbûnan hatin ku wêne û resmên hunerî hatine guhertin, hicab li jin hatiye kirin. Wezaretê jî da zanîn ku wan tu sererastkirinên nû çênekirine.

Têkildarî wêneyên li ser pirtûkên dibistanan nerazîbûn hat nîşandan
26 cotmeh, 2026   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wêneyên li ser pirtûkên dibistanan ên lêkolînên civakî, olî û dîrokê li Sûriyeyê piştî sererastkirinê, li ser medyaya dijîtal rastî nerazîbûnan hatin.

Di wêneyan de peyker û xebatên hunerî, wêneyên jin û zarokan hatine rakirin, li aliyekî din kesayetên jin bi resman hatine veguherandin, hinek jî hicab û cilên dirêj li wan hatine kirin.

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê jî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku pirtûk li gorî pirrengiya civaka Sûriyeyê û daxwazên sûriyeyiyan hatine sererastkirin, tişta ku tê gotin li ser medyaya dijîtal der barê sererastkirinên nû de agahiyên şaş in.

(sb)