Urdunê 3`ê kesên guman dikin êrişî Dêra El Kerak kiriye, girtin

Rayedarên Urdunê 3`ê kesên ku guman ji wan dike wan êrişî Dêra El Kerak kiriye, girt û hîna lêpirsîn û lêkolîna bûyerê didome.

Urdunê 3`ê kesên guman dikin êrişî Dêra El Kerak kiriye, girtin
26 cotmeh, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala fermî ya Urdunê îro (duşem) anî ziman ku Hêzên Ewlekariya Urdunê 3`ê kesên ku guman ji wan dikin êrişî dêrê kirine, girtiye.

Roja înê 3`ê kesên çekdar êrişî Dêra gundê Hemûd ê girêdayî parêzgeha El Kerek kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn. Parêzgeha El Kerek 120 km dûrî paytexta Urdun Omanê ye û dikeve başûr rojavayê wê.

Gerînendeya Ewlekariya Giştî ya Urdunê got hêzên ewlekariyê îro El Kerak di maleke xirabe de 3`ê kes girtine.

Her wiha gerînendeyê di daxuyaniyeke li ser dezgehên çapemeniyê yê hikûmetê hatî belavkirin got kesên ku guman li ser wan heye teslîm nebûn û bi hêzên ewlekariyê re şer kir. Di encama pevçûnê de her 3`ê kes birîndar bûn û hatin girtin.

Gerînendeyê da zanîn ku hêzên ewlekariyê ziyan nedîtin û piştî gumanbar girtine di destê wan de çek û cebilxane hebû.

Rayedarên Urdunê jî raghandin ku heyanî niha tu aliyan êrişa li ser Dêra El Kerak negirtiye ser xwe.

Wezîrê Hundirîn Mazin El Feraya jî got ew hemû şert û mercên ku bibin sedema tundrewiya ciwanan di ber çavan re derbas dikin û dê hemû kesên destê wan di vê êrişê de heye, ceza bikin.

(pn)

ANHA