Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir

Xwendekar û şêniyên Parêzgeha Siwêdayê daxwazên xwe ji bo pêkanîna azmûnên xwendekaran li hundirê parêzgehê dewam.

Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir
Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir
Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir
Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir
Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir
Xwepêşandanên Siwêdayê ên ji bo mafên xwendekaran meha xwe tije kir
30 hezîran, 2026   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekar û şêniyên Parêzgeha Siwêdayê îro di roja 30`mîn li pey hev, çalakiya xwe ya protesto ya aştiyane berdewam kirin û daxwaz kirin ku ezmênûn xwendekaran li parêzgehê were lidarxistin. 

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku azmûnêli bajarê Siwêdayê were pêkanîn û ji hêla şandeyek fermî ya Wezareta Perwerdehiyê û rêxistinên navneteweyî ve were çavdêrîkirin. Da ku azmûn di şert û mercên guncaw û ewle de werin pêkanîn û mafê hemû xwendekaran were parastin bêyî ku ji parêzgehê derkevin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku der barê siberoja xwendekaran de bi fikar in û qebûl nakin ku  xwendekarek ji temamkirina perwerdeya xwe bêpar bimîne.

Xwepêşanderan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku bersiva daxwazên wan ên pêkanîna ezmûnan li hundirê parêzgehê bidin.

(k)