Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt

Şêniyên Til Temirê ji ber bihabûna mazotê Rêya M4 li ber barhilgirên petrolê girt û got heyanî mazot erzan nebe ew dawî li çalakiyên xwe naynin.

Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
Xelkê Til Temirê rê li ber barhilgirên petrolê girt
11 mijdar, 2026   15:17
HESEKÊ

Li Til Temirê gel ji ber bihabûna mazotê li ser Rêya M4 a di navbera Til Temir û Helebê de rê li ber barhilgirên petrolê girt. 

Şêniyan daxwaz kir ku mazot erzan bibe û were peydakirin. Her wiha da zanîn ku heyanî pirsgirêka mazotê çareser nebe ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Muhened Elo got dê şênî li ser Rêya M4 li ber barhilgirên petrolê bigirin heyanî ku mazot erzan bibe û pirsgirêk çareser bibe.

Fewaz Îbrahîm jî got Rêveberiya Xweser par berî zivistanê mazot li şêniyan belav kir û her malbatekê 300 lître mazot bi 300 hezar lîreyê Sûriyeyê wergirt. Lê niha tenê bermîleke mazotê bi 200 dolarê amerîkî ye.

Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku pirsgirêka wan di demeke kin de were çareserkirin.

(np)

ANHA