Zext û gefên rejîma Îranê li girtîgeh û derveyî wê didomin

Di çarçoveya zext û gefên berdewam ên rejîma Îranê de, hate ragihandin ku 15 sal cezayê girtîgehê li ser girtiyê siyasî yê Kurd Ehmed Temoyî hatiye sepandin û dema girtina 5 welatiyên din jî hatiye dirêjkirin.

Zext û gefên rejîma Îranê li girtîgeh û derveyî wê didomin
11 mijdar, 2026   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê di raporekê de bal kişandin ser berdewamiya binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî welatî, çalakvanên Kurd û çend dozên girtin û cezakirina girtiyên siyasî.

Di raporê de hate diyarkirin ku girtiyê siyasî yê Kurd Ehmed Temoyî ku xelkê navçeya Selmasê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ye, ji aliyê Şaxa 26’emîn ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, bi tohmetên ‘civîn û têkdana ewlehiya welat’ 15 sal cezayê girtîgehê û her wiha cezayê pere yê yek milyar û 250 milyon tîmenî lê hatiye birîn.

Hate destnîşankirin ku Ehmed Temoyî berê jî di 24’ê Îlona 2007’an de ji aliyê Îstixbarata Artêşa Pasdaran ve li Mihabadê hatibû binçavkirin û bi tohmeta endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştre bi derbaskirina 14 sal û 2 mehan li girtîgeha Urmiyeyê, di sala 2021’ê de bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Li gorî heman raporê biryara girtina 5 welatiyên Kurd yên bi navên Mihemed Salih Huseynî, Mihemed Hekîmpûr, Mistefa Qadirî, Xalid Rehimî û Hisên Ebdulahî ku endamên komên çiyageriyê yên “Helo” û “Çiyayê Sewz ê Seqizê” ne, ji aliyê dezgehên dadwerî û ewlehiyê yên rejîma Îranê ve ji bo 30 rojên din hatiye dirêjkirin. Ev pênc welatî niha di girtîgeha Seqizê de girtî ne.

Her wiha hate eşkerekirin ku ev welatî di 8’ê Cotmeha îsal de, di encama êrişa Artêşa Pasdaran ya ser bi malên wan de, bi bikaranîna tundiyê û bêyî hebûna tu biryareke dadwer hatine binçavkirin. Ji dema binçavkirinê ve jî ji mafê her cure hevdîtina li gel malbat û kesûkarên xwe hatine bêparkirin.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku di 8’ê Mijdarê (2026), çalakvan Şaho Îbrahîmî ku xelkê Seqizê ye û niştecihê gundê Sebetlû yê ser bi bajarê Bane ye, piştî bangkirin û amadebûna wî di Şaxê Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Giştî û Şoreşê ya Baneyê de hat girtin. Ew bi mebesta cîbicîkirina 7 meh cezayê girtîgehê ku bi tohmeta ‘propagandaya li dijî dewletê’ lê hatibû birîn, ji bo Girtîgeha Navendî ya Baneyê hat veguhestin.

Hate eşkerekirin ku Şaho Îbrahîm beriya niha di 19’yê Cotmeha 2025’an de ji aliyê hêzên Îstixbarata Artêşa Pasdaran ve, bêyî nîşandana tu biryareke dadwerî, di mala xwe ya li gundê Sebetlû de hatibû binçavkirin û piştî bidawîbûna qonaxên lêkolînê û dosya çêkirinê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Gorî heman raporê, di 9’ê Mijdara îsal de jî Zekeriya Badsar ku xelkê Bokanê ye, piştî bangkirin û amadebûna wî di Şaxê Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Giştî û Şoreşê ya Bokanê de hat girtin. Ew bi mebesta cîbicîkirina 4 meh cezayê girtîgehê ku bi tohmeta ‘propagandaya li dijî dewletê’ lê hatibû birîn, ji bo girtîgeha navendî ya Bokanê hat veguhestin.