Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir

Bi dehan çalakvan û xelkê Siwêdayê, bi armanca nîşandana xemgînî û şermezarkirina teqîna terorane ya li Dêra Mar Elyas, çalakiyek protestoyî li dar xist.

Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
Xelkê Siwêdayê teqîna li Dêra Mar Elyas şermezar kir
24 hezîran, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Desteya Tevgera Aştiyane li parêzgeha Siwêdayê Qada Keramê yê bajêr, bi beşdariya dehan çalakvan û xelkê bajêr, çalakiyek organîze kir. Ev çalakî bi armanca şermezarkirina teqîna terorane ya li dijî Dêra Mar Elyas û derbirîna xemgîniyê de, hat lidarxistin.

Beşdaran pankartên teqeziyê bi yekitiya Sûriyeyiyan li hember terorê dikin hildan û daxwaz kir ku hedefgirtina kêmnetewe û mezheban bi dawî bikin, her wiha xîtaba nefretê û kînê şermezar kir.

Ji endama Desteya Ragihandinê ya Tevgera Aştiyane Dr. Luceyn Hemze axivî û got, "Teqîn beşek ji plana tundrawî ya bi armanca têkbirina mozaîka Sûriyeyê û derbekirina mezheban ne. Em vê kiryara tirsonak bi tundî şermezar dikin û daxwaza destwerdana lezgîn a rawestandina vê rageşiya terorane dikin ku gefan li Sûriyeyiyan dixwin."

Li aliyekî din jî serokê Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane parêzer Mufîd Ebû Emar berpirsiyariya parastina sivîlan hilgirt ser desthilatan û got pêwîst e komkujiyên li dijî welatiyan bi taybet ên li dijî kêmneteweyan bên sekinandin.

Parêzer Lîna Ebû Hemdan jî diyar kir ku divê Sûriyeyê li dijî terorê hevgirtî bin û ev çalakî peyameke aşkera ya rredkirin û serşmezarkirina van sûcan e û banga yekrêziyê dike.

Çalakvan Muhîb Cemol jî got Sûriyeyê tevahî di çarenûsê de bira ne û rûbirûyî hewlên fitne û parçebûnê ne û tu carê maf nayê têkbirin.

(ac/fr)

ANHA