Xelkê Şamê ji projeyên istismarkirinê ne razî ne

Şêniyên taxêN Qabûn û Coberê yên Şamê ji projeyên istismarkirine ne razî ne û parêzgeh guh nade gel.

Xelkê Şamê ji projeyên istismarkirinê ne razî ne
25 adar, 2026   08:51
ŞAM

Parêzgarê Şamê bi nûnerên taxên Qabûn û Cober ên Şamê re civiyan. Hewl didin jinûve her du taxan weke projeyekî rêxistinî yê nû bidin istismarkirin. Şêniyên her du taxan ji vê yekê ne razî ne û dibêjin ku li ser mal û mulkên wan proje têne pêşxistin. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, parêzgeriya Şamê dixwaze li deriyê bakur ê Şamê projeyên istismarkirinê lez pêk bînin û li deriyê rojava jî projeyan pêk bîne.

Parêzger têkildarî van projeyên istismarkirinê tu biryarên fermî ku dest bi jinûve avakirinê kirine ranegihandine. Li gorî tê gotin eger dest bi avakirinê bikin divê biryar ji jor ve were dayîn.

Yek ji endamên komîteyên taxan anî ziman ku nûnerên parêzgeriyê ji şêniyan re gotiye ku jinûve avakirin dê bi rêya istismarkaran çêbibe. Istismarkarên ku di projeyên jinûve avakirina her du taxan de bixebitin dê ji sedî 70 sûd ji projeyê wergirin û welatî jî dê ji sedî 30 sûd wergirin.

Li gorî parêzgeriyê, ji wan re gotiye divê şêniyên her du taxan ji malên xwe derbikevin ji bo istismarkar dest bi kar bikin. Piştî ku proje bi dawî bibe dê xwediyên malan vegerin malên xwe û ji sedî 30 sûd ji projeyê wergirin.

Şêniyan li beramberî van projeyên istismarkirinê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin ku bi van projeyan re dê bê edaletî çêbibe. Ji ber sererastkirina binesaziyê dê gelekî biha be. Her wiha diyar kirin ku divê para istismarkaran di projeyan de kêmtir be.

Şêniyan destnîşan kir ku xwediyên hemû malan di civînan de ne amade ne, ji ber xwediyên gelek malan ji derveyî welat in. Istismarkar jî xwe nêzî şêniyan dikin da ku projeyên xwe bi wan bidin qebûlkirin. Şirketên ku di van projeyan de bixebitin hîna navên wan nediyar e.

Parêzerekî ku dosya dişopîne got ku di projeyên istismarkirine de eger bihabûna binesaziyê li ser xwediyên malan bihêlin û miqdarekî kêm sûd ji projeyan bigirin, dê qanûna mafên milk werin binpêkirin. Divê ev proje li ser bingehekî qanûnî û rêxistinî werin kirin û garantiya ku ziyan negihîjê mafên welatiyan bidin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şêniyên her du taxan dixwazin ev proje hîn zelaltir bibin û aliyên istismarê bikin divê werin naskirin. Her wiha welatî ji çavkaniyên giştî sûd werbigirin û ziyan negihîjê mulkê wan.

Parêzgeriya Şamê hîna têkildarî van projeyan tu agahiyên zelal nedane û bersiv ji nêrîn û pêşniyarên welatiyan re nedane.

(np)

ANHA