Di êrişên Îranê de 13 leşkerên DYA'yî mirine û 290 jî birîndar bûne

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di êrişên li ser Îranê de 10 jê bi giranî 290 leşkerên wan birîndar bûn. Hate ragihandin ku 13 leşker jî mirin.

Di êrişên Îranê de 13 leşkerên DYA'yî mirine û 290 jî birîndar bûne
25 adar, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYA'yê (CENCTOM) diyar kir ku di dema êrişên li ser Îranê de nêzî 290 leşkerên DYA'yî birîndar bûn.

Berdevk ji CNN'ê re axivî û anî ziman ku ji leşkerên birîndar 255 ji wan careke din li wezîfeya xwe vegeriyan, 10 leşker jî bi birîna giran wezîfeya xwe dewam dikin.

Li gorî heman nûçeyê, di şer de 13 leşkerên DYA'yî jî mirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî di 21'ê Adarê de ragihand ku li Îranê zêdeyî 1500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî diyar kir ku li welêt zêdeyî 1000 kes mirin. Hate ragihandin ku li Îsraîlê jî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.