DEM Partiyê têkildarî êrişa li dijî pêşmergeyan Îran şermezar kir

DEM Partiyê der barê 6 pêşmergeyên ku di encama êrişa Îranê de şehîd bûne daxuyaniyek da û bang kir: “Divê li hemberî van êrişên li ser Kurdan helwestekê aşkera û bibiryar bê nîşandan.”

DEM Partiyê têkildarî êrişa li dijî pêşmergeyan Îran şermezar kir
24 adar, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî êrişa Îranê ya ku bû sedem ku 6 pêşmerge şehîd bin daxuyaniyek weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

"Em vê êrişê şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em dizanin ku ev êriş binpêkirineke aşkera ya serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê û îstîqrara herêmê ye. Ev êrişên ku armanc dikin erdnîgariya Kurdistanê bikişînin nava şer û pevçûnan, dê tu carî negihîjin armanca xwe. Gelê kurd ji bo aştiyekê birûmet her dem têkoşiyaye û dê têkoşîna xwe bidomîne. Banga me ji bo hêzên navneteweyî û raya giştî ev e: Divê li hemberî van êrişên li ser Kurdan helwestekê aşkera û bibiryar bê nîşandan. Em carekê din destnîşan dikin ku em ê piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin."