Xelkê Minbicê sersaxî da malbatên şehîdan

Şêniyên Kantona Minbicê sersaxî da malbatên şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û got ew li ser şopa şehîdan in.

13 tîrmeh, 2024   18:02
MINBIC

Şêniyên Kantona Minbicê û endamên saziyên sivîl, berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şehîd Cuma Serxan, Ebdureûf El Hemadê û Hesen El Îbrahîm. Ew şervan dema li ser xwe bûn di 11ˊê Tîrmehê li Minbicê de şehîd bûn.

Konê şehîd Cuma Serxan li taxa şehîd Elî Berkel a navenda bajarê Minbicê, konê şehîd Ebdulreûf El Hemedî li taxa El Hezawne ya navenda bajarê Minbicê û konê şehîd Hesen El Ibrahîm li gundê El Hudhud ê bajarokê El Yasîtî yê gundewarê Minbicê hatin vedan.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Ezîze Hesen û Ceylan Elo axivîn û got fedakariyên şehîdan ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk anîn.

Her du encaman got ew li ser şopa şehîdan a parastina herêmê û sekna li dijî her kesên hewl didin ewlehî û îstîqrarê têk bibin ve girêdayî ne.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Minbicê Ezab El Ebûd axivî û got: “Xwîna şehîdan bi axa welat re tevlihev bû ku nifşekî canê xwe ji bo welatê xwe feda dike were avakirin.”

Ezab wiha berdewamî da gotina xwe: “Keç û xortên Minbicê li hember tu êrişeke ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bike, bê deng neman."

Li aliyekî din yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir axivî û sosa parastina welat û destkeftiyên şehîdan da.

Piştre li ser navê xet û meclisên sivîl hevserokê Xeta EL Yasîtî Ebdulbasit Şiwêx û Rêveberiya Komîteya Jinan a Xeta Rojhilat Emîne Kenan axivîn.

Axêveran soza şopandina rêça şehîdan û domandina berxwedana wan da.

Merasîm bi diruşmên ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

(mg/fr)

ANHA