Xelkê Helebê pergala îşkence û qirkirinê şemerzar kir

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

21 îlon, 2024   20:43
HELEB

Di çarçoveya bertekên şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)-şaxê Helebê bi beşdariya xelkê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist.

Meş ji pêş hola 8ʹê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta ʹHûn nikarin roja me tarî bikinʹ dest pê kir.

Li qada Cebaneta meş vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê TEV-DEMʹê şaxê Helebê Mirî Eş Şiblî axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe dîrok rast kir û fikrên wî yên azad nîşaneyên pêşeroja herêmê guhartin û tevahî komployên li dijî azadîxwazan şikandin."

El Şiblî wiha domand: "Xelkê her du taxan di oxira parastina fikra Rêber Abdullah Ocalan û xebata li ser misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî de amade ye canê xwe bide."

Rêvebera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Elîf Hesen axivî û got: "Mîna şehîd û fermandar Şiyar Efrîn ku di oxira gelê Kurdistanê de canê xwe da li ser destê Rêber Abdullah Ocalan perwerde bû."

Elîf wiha domand: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê dikin hişt ku li Îmraliyê pergala îşkence û qirkirinê bimeşe. Lê Rêber Abdullah Ocalan bi rêya berxwedanê tevahî plan têk birin. Ji ber wê, dê gel heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin."

Meş bi silogana ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ bi dawî bû.

(fr)

ANHA