Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin û çaverê ye 2 rojan dewam bike. Beşdaran got: "Em li hember êrişan destgirêdayî namînin û em ê heta têkbirina wan êrişan bersivê bidin."

Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin
Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin
Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin
Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin
Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin
Xelkê Eyn Îsa: Em li hember êrişên Tirkiyeyê destgirêdayî namînin
3 ÇILE, 2024   16:46
EYN ÎSA

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê xelkê navçeyên Eyn Îsa û Sirînê yên kantona Firatê û endamên saziyan beşdarî çalakiya konvedanê ya li Parka Jin hatiye vedan bûn. 

Di çalakiyê de endama Kongra Star a Girê Spî Ruqeye Mihemed axivî û wiha got: "Ji bo dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide ewlehî û îstîqrara li herêmê bi rêya komkujiyan têk bibe, çalakî peyam e. Em ê bi berxwedan û vîna gelê herêmê êriş û planên dagirkeriyê têk bibin."

Her wiha hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El Ebid êrişên dewleta Tirk û sûcên wê li dijî gelê herêmê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe ewlehî û îstîqrara herêmê û navneteweyî tevlihev dike."

El Ebid wiha anî ziman: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide aştiyê belav bike û îstîqrarê pêk bîne û hêzên wî yên leşkerî û ewlehî li hember van êrişên destgirêdayî namînin û dê heta têkbirina êrişan bersivê bidin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Şabo Ebdurezaq diyar kir ku ji destpêka krîzê ve sûriyeyî êşan dikişînin û li hember dewleta Tirk a dagirker berxwedanê raber dikin.

Li ser navê Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Eyn Îsayê berdev Xedîce El Elî axivî û got dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de saktora perwerdê jî hedef girt, di encamê de xebata perwerdê sekinî.

Çaverê ye çalakî sibe bi dawî be.

Li herêmên cuda yên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên parastina avahiyên stratejîk û xizmetguzariyê dewam dikin; çalakî ji 1′ê Çileyê ve dest pê kir.

(fr)

ANHA