Xelkê Amûdê sersaxî da malbata şehîd Rohat Hesekê

Şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê sersaxî da malbata şervanê QSD'ê Rohat Hesekê û destnîşan kir ku şêniyên herêmê hemû komployên têk birin.

14 adar, 2024   16:29
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê ji bo sersaxiya malbata şehîd Rohat Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê gundê Reyhaniyê yê bajarokê Çaxir Bazar.

Şehîd Rohat Hesekê (Silêman Xelef) û şehîd Şêro Kobanê (Hesen Bozo) di 12'ê vê Adarê de dema betalkirina mayîneke ji bermayiyên çeteyên DAIŞ'ê li kantona Dêrazorê de şehîd bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbata Şehîdan a navçeya Amûdê Mustefa El Omerî sersaxî da malbata şehîd Rohat û teqezî bi hevgirtina pêkhateyan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

El Omerî destnîşan kir ku ev êriş berxwedana wan lewaz nake û ew ê heta dawiyê tê bikoşin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso got: "Em hemû şehîdên azadiyê, şehîdên 12'ê Adarê û her kesê ku ji bo azadî û demokrasiyê ruhê xwe feda kiriye bi bîr tînin."

Ferso soza domandina têkoşîn û berxwedanê nû kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Rohat Hesekê hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin..

Duh şêniyên Amûdê cenazeyê şehîd Rohat Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl oxir kir.

(mh)

ANHA