Partî û rêxistin amadekariyên hilbijartinan dikin

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê partî û rêxistinên ku têrkeriya wan a yasayî heye, amadekariyan dikin.

Partî û rêxistin amadekariyên hilbijartinan dikin
24 nîsan 2024   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê 30’ê Gulanê (2024) hilbijartinên şaredariyan werin pêkanîn. Li gorî pergala Rêveberiya Xweser û yasaya hilbijartinê di hemû rêveberiyan de sîstema hevserokatiyê tê pêkanîn. 

Di vê hilbijartinê de jî, wê hevserokên şaredariyan û endamên meclisên şaredariyan werin diyarkirin. Li gorî Hevpeymana Civakî di meclisan de jî wê rêjeya temsîla jinan ji sedî 50 be. 

Li gorî yasaya hilbijartinê, jiyangehên (cihên niştecihbûnê) ku hejmara şêniyên wan 10 hezar û jortir e, dibin şaredarî. Di yasayê tê gotin ku li jiyangehên ku hejmara şêniyên wan 10 hezar e, wê hejmara endamên meclisa şaredariyê 16 be. Li jiyangehên ku hejmara şêniyên wan ji milyonekê zêdetir be jî, wê meclisa şaredariyê ji 50 kesan pêk were.

Di rewşa niha de li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 121 şaredarî hene. Lê li gorî rewşa dawî îhtimala ku ev hejmar zêde bibe jî heye. Di van rojan de wê Qanûna Dabeşkirina Îdarî ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve bê erêkirin. Di vê qanûnê de wê hejmara dawî ya şaredariyan jî were diyarkirin.

Piştî erêkirina qanûnê wê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan nexşerêya hilbijartinê diyar bike.

Li aliyê din partî û rêxistinên ku li Hevpeymana Civakî pêdiviyên yasayî pêk anîne û mafê heye ku bikevin hilbijartinan, amadekariyên xwe dikin.

Di vê çarçoveyê de tifaq tên avakirin, bernamzet tên diyarkirin. Hinek jî bi armanca diyarkirina namzetan pêşhilbijartinan çêdikin. Heta niha li herêmê 43 partiyan rûxset girtine û dikarin serlêdana ji bo hilbijartinan bikin. 27 partiyan jî hîn rûxset negirtine.

Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweser ji bo ruxsetgirtinê heta 1’ê Nîsanê dem dabû, lê ev dirêj kiriye.

PYD û Kongra Star beriya niha bi daxuyaniyekê eşkere kiribûn ku wê bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Lê di navbera partiyan de hevdîtin berdewam dikin, lewma dibe ku hejmara partî û rêxistinên bikevin vê lîsteyê zêdetir bibe.

Ev lîste ji bo diyarkirina namzetên xwe wê pêşhilbijartinan çêbike û temsîla ji sedî 50 ya jin û mêr esas bigire.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûn Jinên Zenubyayê jî diyar kiribûn ku ew ê tevlî hilbijartinan bibin û dest bi xebatên xwe kirine. 

(a)

ANHA