Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên zîftkirina Rêya M4 a di navbera Hesekê û Qamişloyê de didomîne.

Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in
Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in
Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in
Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in
Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in
Xebatên zîftkirina Rêya M4 berdewam in
26 hezîran, 2024   15:00
HESEKÊ

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên zîftkirina Rêya M4 a di navbera Hesekê û Qamişloyê de bi dirêjahiya 28 kîlometreyan, didomîne. 

Şîrketa Giştî ya Rêyan a Şaredariya Hesekê çavdêriya vî karî dike.

Desteyê sala borî 16 kîlometre ev rê zîft kiribû û niha zîftkirina 12 kîlometreyên mayî temam dike. Lêçûna wê 300 hezar dolar e.

Li gorî çavdêrê Şîrketa Giştî ya Rêyan a Şaredariya Hesekê Fadil El Ehmed, tê payîn ev xebat heta mehekê bi dawî bibe.

El Ehmed bang li şêniyan kir ku şiyar bin û rêya nû zîftkirî bi kar neynin û rêya alternatîfê wê bi kar bînin ta ku ev xebat bi dawî dibe.

(şx)

ANHA