Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî bi hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser parvekirina pereyên sexte û revandina jinan, li bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi hev ketin.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî bi hev ketin
26 hezîran 2024   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên "Cebhe El Şamiye" û yên "Polîsên Leşkerî" li bajarokê Eyn El Erûs ê bajarê Girê Spî li ser parvekirina pereyên sexte û piştî ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" ji aliyê çeteyên "Cebhe El Şamiyê" jin revandin, bi hev ketine.

Heman çavkaniyan diyar kir ku li bajarok alozî berdewam e û rê hatine girtin. Her wiha şer jî dem bi dem rû dide.

(şx)