‘Divê mudaxele li sûcên li herêmên dagirkirî bê kirin’

Desteya Jinan a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyêkê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên li hember jinan şermezar kirin û bang li saziyên têkildar kir ku mudaxele bikin.

‘Divê mudaxele li sûcên li herêmên dagirkirî bê kirin’
26 hezîran, 2024   14:57
ŞEHBA

Daxuyanî ji hêla Desteya Jinan a kantona Efrîn û Şehbayê ve li Kamapa Serdem bi beşdariya bi dehan jinên ji Efrînê û Şehbayê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla endama meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Şîlan Şêxo û endama Desteya Jinan Werdê Şêxo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li herêmên dagirkirî dewleta Tirk a dagirker her roj sûcan dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Destdirêjȋ ȗ destavêtina li ser jinan zêdetir bûye, her wiha wan dixin zindanê û çarenûsa gelek jinan jî ne diyar e. Rojane ev sûce li dijî jinan heye.

Mȋnaka van sûcên dûrȋ exlaqê mirovahiyê ne. Destdirêjȋ ȗ destavêtina li ser keçeke temenbiçȗk ji aliyê çeteyekȋ ve û ji wî hesab nehat xwestin. Ji ber van sedeman li herêmên dagirkirî jiyana ewle tune ye.”

Di dawiyê de sûcên li hember jinan hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em bang li civata navneteweyî ȗ rêxistinên mafên mirovan dikin ku mudaxele bikin ȗ van sûcan bidin sekinandin."

ANHA