Xebatên rêxistinî û siyasî yên rêxistinên jinan

Rêxistin û siyasetmedarên jin di vê hefteyê de xebat û çalakiyên girîng bi rêxistin kirin. Kongra Star amadekariya kongreya xwe dike. Ji bo Werîşe Mûradî jî kampanya bi rêxistin kirin.

Xebatên rêxistinî û siyasî yên rêxistinên jinan
30 cotmeh, 2026   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê hefteyê de Kongra Star dest bi lidarxistina konferanên xwe yên bajaran kir. Her wiha di dezgehên çapemeniyê de sîstema Îranê û dewleta Tirk hate rexnekirin. 

KONGRA STAR DÊ KONGREYÊ XWE LI DAR BIXE

Kongra Star amadekariya lidarxistina kongreya xwe ya 10`emîn dike. Di kongreya 10`emîn de dê sîstema xwe li gorî pêvajoyê ji nû ve ava bike. Dest pêke li hemû bajarên herêma Cizîrê û li Kobanê konferansên xwe li dar bixe û piştre li ser asta Rojava kongreya xwe yê 10`emîn li dar bixe.

Kongra Star ji ber şert û mercan piştî 4 salan dê kongreyê xwe li dar bixe. Ew her du salan carekê kongrê xwe li dar dixe. Di kongrê de rewşa xwe ya rêxistinî dinirxîne û ji bo du salan di çarçoveya pêdiviyên xwe de biryaran werdigire.

Her wiha Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan endama Kordînasyona Kongra Star şehîd Hêvî Silêman bi bîr anîn. Siyasetmedara Kurd Hêvî Silêman ji gelek aliyan ve ji bo pirsgirêka Kurd têkoşiya û yek ji sazkarên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bû. 28`ê Cotmeha 2025`an di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bû.

LI HEMBERÎ BIRYARA ÎRANÊ BERTEKA JINAN

Şaxê 15`an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 10`ê Tebaxa 2024`an cezayê darvekirinê li endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî, birî. Dadgeha Bilind a Welat di 10`ê Kanûna 2025`an ji ber hin sedemên qanûnî ev biryar betal kir. Lê 14`ê Cotmeha 2026`an Dadgeha Şoreşê ya Tehranê careke din cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî birî.

Li dijî biryara Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 56 rêxistinên jinan û 383`ê çalakvanên siyasî, nûnerên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan dest bi kampanyaya `Azadî ji bo Werîşe Muradî` kir. Îmze komkirin û name ji bo Komisyona Ser bi xwe ya Navneteweyî ya Vekolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Îranê û Raportorê Taybet ê rêxistinê yê ji bo Karûbarên Mafên Mirovan li Îranê re şandin.

Her wiha du parlamenterên Elmanyayê Cansû Ozdemîr û Sehra Mîro li ser hesabê xwe yê Facebookê dubare cezayê darvekirinê dayîna Werîşa Muradî şermezar kir û got rejîma Îranê dixwaze şoreşa `Jin, Jiyan, Azadî` bê deng bike û got divê cezayê darvekirinê li ser Werîşe Muradî bê betalkirin.

LI DIJÎ QETILKIRINA JINAN BÊ DENG NEMAN

Kîjan Burhan a 30 salî ku roja 21’ê Cotmehê li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin û şûnde nerazîbûnên jinan û saziyên jinan zêdetir bûne. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Ti hincetek nabe sedemê tundiyê. Yekitiya Jinên Kurdistanê wê bi hemû hêza xwe li eniyên parastina maf, aramî û silametiya jinan kar bike.”

Her wiha pêngava Dijî Qetilkirin û Xweşewtandina Jinan ji bo Kîjan Burhan daxuyanî da û got: `Qetilkirina jinan sûc e, ne pirsgirêkeke malbatî ye. Em qetilkirina Kîjan Burhan ji aliyê bavê wê ve şermezar dikin. Em ji çapemeniyê daxwaz dikin ku berpirsyar nêzî van bûyeran bibin û li belav bikin. Di heman demê ji saziyên têkildar dixwazin ku lêpirsîneke dadperwer bimeşînin.`

DAYIKA 77 SALÎ HÎNA DI GIRTÎGEHÊ DE YE

Hatîce Yildiz 77 salî ye û di Girtîgeha Bakirkoyê de tê ragirtin. Hatîce Yildiz ji bo keça xwe ya di girtîgehê de ye pere şandibû, ji ber vê yekê li dijî wê doz hat vekirin û sala 2024`an ceza lê hat birîn.

Dayika Hatîce nexweşe lê Saziya Tiba Edlî (ATK) du caran biryara ku Hatîce Yildiz a 77 salî dikare di girtîgehê de bimîne daye. Cezayê dayika Hadîce gulana 2027`an bi dawî dibe.

LI ÎRANÊ BIRYAREKE DÎTIR A LI DIJÎ JINAN

Li Îranê qedexe kirin ku jin li cihên vekirî yên Kompleksa Sporê ya Neteweyî li Tehranê werzîşê bikin û di vê li salonên girtî werzîşa xwe bikin. Malpera nûçeyan a Rouydad24 25`ê Cotmehê 2026`an di raporeke xwe de da zanîn ku ev biryar ketiye meriyetê de.

(np)