Îran: Di 24 saetan de mayîn bi 3 keştiyan ve teqiyane

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand di nava 24 saetan de 3 keştiyên ku li gorî pîvanan tevger nekirin mayîn bi wan ve teqiyane.

Îran: Di 24 saetan de mayîn bi 3 keştiyan ve teqiyane
29 cotmeh, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran a Îranê têkildarî tevgera keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmuzê daxuyaniyek da.

Artêşa Pasdaran destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn de 3 keştiyên petrolê yên ku li gorî pîvanên hatin diyarkirin tev negeriyan, mayîn pê ve teqiyane û agir bi wan ketine.

Li aliyê din Berdevkê Artêşa Pasdaran Hisên Mucahîdî bersiv da îdiayên Amerîka yên ku ‘‘ Tengava Hurmuzê ji mayînan paqij kiriye" û got ku paqijkirina Tengava Hurmuz a ji mayînan bi belge pêwîste ne bi daxuyaniyan.