Rojnameyên erebî: Xizanî û tarî li taxên Şamê û li başûrê Lîbyayê rêveberiya xweser

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa aborî, jiyanî li herêmên hikumeta Şamê, rewşa siyasî li Lîbyayê û geşedanên şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de kirin.

Rojnameyên erebî: Xizanî û tarî li taxên Şamê û li başûrê Lîbyayê rêveberiya xweser
10 ÇILE, 2024   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyeke bi sernav "li hin taxên Şamê jiyana luks û li hinekan jî xizanî û tarî" nûçeyek parve kir. 

Di nûçeyê de rojnameyê îşaret bi cudahiya di navbera taxên paytexta Sûriye Şamê de kir û diyar kir ku li hin taxên paytextê her çiqas rewşa aborî dijwar be, her tişt peyda dibe, bi erebeyên modern qerebalix in, li gor taxên din kehrebe hertim lê heye û li hin taxên din jî xizanî, parsekî li peyare û parkan belav in, ew tax di nava tariyê de ne ji ber ku kehrebe rojane tenê çend saetan heye û xebatên xizmetguzariyê jî kêm in.

RÊVEBERIYEKE XWESER LI BAŞÛRÊ LÎBYAYÊ

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li başûrê Lîbyayê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin: "Hin aliyên lîbyayî diyar kir kirin ku Ihtîmal heye, ragihandina rêveberiyeke xweser li herêma Fezan a başûrê Lîbyayê, ji hundir û derve piştgiriyekê bi dest bixe. Ji ber ku desthilateke herêmî li Fezan û du li Trablus û Berqayê têne avakirin."

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Li gor heman aliyan, rêveberiya xweser a Fezanê, dibe ku hevsengiya pêwîst bi Trablus û Berqayê re çêke û herêma başûr ji rewşa paşguhkirinê xilas bike."

ÎSRAÎ DI ŞER DE DERBASÎ QONAXEKE DIN BÛ

Der barê şerê navbera Hemas û Îsarîlê de rojnameya Independent Arabia nûçeyek nivisî. Rojanmeyê di nûçeya xwe de da zanîn ku li gel şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de bû sedema wêraniyeke mezin û karesateke mirovî, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew derbasî qonaxeke din a şerê li Xezayê bûye.

Li gor rojnameyê piştî ku Îsraîlê di destpêka şer de, bakurê Xezayê bi dijwarî topbaran kir, niha Xeza û başûrê wê topbaran dike ku bi sed hezaran sivîlên ji ber şer reviyane lê ne.

(şx)