Wezîrê Karê Derve yê Fransa: Divê mafê gelê Kurd li ber çavan bê girtin

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê re got ku ‘Divê maf û berjewendiyên Kurdan tam li ber çavan bê girtin.”

Wezîrê Karê Derve yê Fransa: Divê mafê gelê Kurd li ber çavan bê girtin
24 nîsan, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê re û şûn ve, li ser hesabê xwe yê ‘X’ê peyamek da.

Barrot wêneyê xwe yê ji civîna li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî belav kir, ‘Li gel General Mazlûm ê berpirsê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku 10 salan mil bi mil li dijî DAIŞ’ê şer dikin’ nivîsand. Barrot got: “Di pêvajoya Sûriyeyê de divê bi rengekî tam maf û berjewendiyên Kurdan li ber çavan bê girtin.”

Barrot wêneyên bi Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî yên li Hewlêrê bi hev re civiyan jî parve kir. Wezîrê Karê Derve yê Fransa got: “Fransa ji bo azadiyê û li dijî terorîzmê mil bi mile Kurdane. Piştevaniya me tam e.”