Şaredariya Kobanê serkeftina DEM Partî pîroz kir

Şaredariya Gel a Kobanê bi şahiyekê serkeftina DEM Partî ya di hilbijartinên şaredariyên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, her wiha berxwedana gelê Wanê pîroz kir.

7 nîsan, 2024   17:16
KOBANÊ

Şahî li pêşiya Şaredariya Gel a Kobanê bi beşdariya gelek kesan hat li darxistin.

Di şahiyê de Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Firatê Felek Yûsif axaftinek kir serkeftina DEM Partî ya di hilbijartinan de pîroz kir.

Felek Yusuf destnîşan kir ku gelê Kurd bi êrişên qirkirinê re rû bi rû ye û got: “Bi desteka hêzên netewî û navên cuda dixazin gelê Kurd û gelên herêmê tune bikin.

Felek Yusuf bal kişand ku gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelên Bakur û Rojhitê Sûriyeyê serkêşiya berxwedana ji bo demokrasiyê dike.

Felek, berxwedana li Bakurê Kurdistanê û bi taybet ya li bajarê Wanê silav kir û got: “Êdî dem dema azadiya gelan e, dem dema berxwedanê ye.”

Piştî axaftinê komên mûzikê derketin ser dikê stranên xwe pêşkêş kirin. Şahî li ber sitranan bi govendê bi dawî bû.

(sş/a)

ANHA