Wesayîta hatî hedefkirin a Kompanyaya Çetir bû
Wesayîta rojnamevanan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin ya Kompanyaya Çetir ya ji bo kar û barê medyayê bû.
Dewleta Tirk a dagirker îro li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve wesayîtek rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 rojnamevan şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku wesayîta ku hatî hedefkirin ya Kompanyaya Çetir a karê medyayê ye. Hate zanîn ku rojnamevan bi wesayîta kompanyayê ji bo bernameyek televziyonê çûbûn derve.