QSD’ê 4 DAIŞ’î girtin

QSD’ê şaneyeke DAIŞ’ê ya ji 4 kesan pêk dihat girt.

QSD’ê 4 DAIŞ’î girtin
23 tebax 2024   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tîma Operasyonên Leşkerî yên girêdayî wê şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 3 çeteyan û jinekê pêk tê, girtiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tîma Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me QSD’ê, operasyoneke ewlehiyê ya bi baldarî li bajarê Hesekê pêk anî. Operasyon li dijî şaneyeke xeternak a DAIŞ’ê ya ku kiryarên terorî dikirin, pêk hat.

Hêzên me piştî komkirina agahiyên têrker ên li ser tevgerên şaneya ku jinekê û 3 kesên girêdayî rêxistina DAIŞ a terorîst pêk dihat, roja 14’ê vê Tebaxê li taxên Neşwa û Xiwêran ên bajarê Hesekê bi ser cihên endamên şaneyê de girt. Di operasyonê de terorîstê bi navê Ehmed Celal Ebdulxenî yê ji bajarê Helebê ku bi navê Ebî Celal tê naskirin, terorîstê bi navê Elî Mihemed Mûsa yê ji bajarê Helebê ku bi navê Ebî Teyîb tê naskirin, Omer Hemîd El Îsa yê bi navê Ebî Leys tê naskirin ê ji bajarê Dêrazorê, hatin girtin.  Her wiha berpirsa rêxistina terorîst a DAIŞ’ê Nûr Mihemed El Mûsa ya ji bajarê Helebê bi navê Um Îslam tê naskirin, hat girtin.

Endamên şaneyê agahî kom dikirin, nuqte û baregehên leşkerî yên hêzên me, bi taybetî derdora girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê dişopandin.

Di operasyonê de hêzên me miqdareke teqemeniya şaneya terorîst desteser kir. Şane plan dikir ku bi rêya van teqemeniyan nuqteyên leşkerî û saziyên xizmetguzariyê biteqînin.

Hêzên me teqez dikin ku dê operasyonên li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê berdewam bikin ta jêderên wan ên madî û leşkerî tune bikin."

(bb)

ANHA