Werîş Mûradî li girtîgeha Êvîn a Tahranê ye

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li girtîgeha Êvîn ya Tanranê tê ragirtin.

Werîş Mûradî li girtîgeha Êvîn a Tahranê ye
24 kanûn, 2023   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyek diyar kir ku Werîşe Mûradî niha li girtîgeha Êvîn ya Tahranê tê ragirtin û di dema girtinê de malbatê kariye tenê carek bibîne û rê nehatiye dayîn parêzer we bibînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Endama KJAR’ê Werîşe piştî hate binçavkirin, biribûn îdareya Îtalat ya li Sine û nêzî du heftiyan hatiye êşkence kirin. Di dawiya meha Tebaxê de Werîşe Mûradî ji Sine veguhestine girtîgeha Êvîn ya li Tahranê.

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û çarenûsa wê nediyare.