Ji ber êrişên dewleta dagirker gelek dever bê ceyran e

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ceyran li piraniya gund û bajarokên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa û bajarê Dêrikê qut bûye.

Ji ber êrişên dewleta dagirker gelek dever bê ceyran e
24 kanûn, 2023   10:43
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev stasyona Ewda ya petrolê ya li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê topbaran kir û stasyon ji xizmetê derket.

Derketina stasyona Ewda ji xizmetê bandor li pompên gazê yên li stasyona Siwêdiyê ya ku ceyranê dide kantona Cizîrê kir. Di encamê de ceyran li gelek gundên navçe û bajarokê Tirbespiyê, Çilaxa û bajarê Dêrikê qut bûye. Pombeyên gazê niha bi kapasîteyekê ji sedî kêmî 50 dixebitin.

Dewleta Tirk stasyona petrolê ya Seîda û stasyona ceyranê ya Bana Şikeftê ya li bajarê Dêrikê jî kirin hedef. Ji ber şewata ku heta vê sibehê li van deveran dewam kiriye, aliyên têkildarî nikarîn ziyanan êriş lêkolîn bikin.

Li gorî berpirsa Rêveberiya Kantona Cizîrê, aliyên têkildarî dê der barê ziyanên êrişê de daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bikin.

(bb)