Aliyên Yemenê li ser agirbesteke nû li hev kir

Li gor nûnerê NY’yê yê ji bo Yemenê Hans Grundberg ragihandiye, aliyên bi nakok ên Yemenê li ser agirbesteke nû û destpêkirina pêvajoya aştiyê bi serkêşiya NY`yê li hev kirin.

Aliyên Yemenê li ser agirbesteke nû li hev kir
24 kanûn, 2023   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê NY’yê  yê ji bo Yemenê Hans Grundberg ragihand ku aliyên bi nakok li ser agirbesteke nû û destpêkirina pêvajoya aştiyê bi serkêşiya NY`yê wek beşeke ji nexşerêya bidawîkirina şer, li hev kirine.

Nivsîgeha nûnerê NY`yê daxuyaniyek da û ragihand ku Hans Grundberg dê bi aliyan re kar bike ji bo ku bi sponseriya NY`yê, nexşerêyekê deynin.

Li gor daxuyaniya dawîn a NY`yê, di nexşereyê de dayîna fonên karmendan, vekirina rêyên ber bi Tazê û beşên din ên Yemenê ve û ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê hene.

Hans Grundberg daxuyan ku 3 milyon yemenî li bendê ne  ku ev firsenda nû encamên berçav û aştiyeke daîm pêk bîne û got "Aliyan gaveke girîng avêtin. Pabendîbûna wan, di serî pêşîn de dilsoziya wan bi gelê Yemenê re  nîşan dide."

(şx)