Senatoya Amerîkayê deng da betalkirina Qanûna Qeyser

Senatoya Amerîkayê ji bo betalkirina cezayên ku gorî Qanûna Qeyser li ser Sûriyeyê hatine ferzkirin deng da û pêşnûmeya budceya Wezareta Parastinê ya sala 2026ˊan ji serok Donald Trump re rakir ku îmze bike.

Senatoya Amerîkayê deng da betalkirina Qanûna Qeyser
17 kanûn, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoya Amerîkayê ji bo pêşnûmeya dawî ya yasaya budceya Wezareta Parastinê ya sala 2026ˊan deng da. Di qanûnê de bendek ji bo betalkirina cezayên ku li gorî Qanûna Qeyser ji bo parastina sivîlên Sûriyeyî a 2019ˊan li ser Sûriyeyê hatine ferzkirin, heye. Ew pêşnûme ji serok Donald Trump re hat rakirin ku îmze bike û bikeve pratîkê.

Senatoyê, piştî ku hefteya borî ji aliyê Meclisa Nûneran ve hat pejirandin, pêşnûmeya salane ya parastinê, ku wekî Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) tê zanîn, bi 77 dengan li hember 20 dengan deng da. Di pêşnûmeyê de bendek ehye ku divê Qanûna Qeyser betal bibe.

(fr)