Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû

Turnûvaya hêza bedenî ya li bajarê Tebqayê ku li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû bi xelatkirina listivanên serkeftî bi dawî bû.

Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû
Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû
Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû
Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû
Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû
Turnûvaya hêza bedenî bi dawî bû
26 kanûn, 2023   00:02
TEBQA

Turnûvaya hêza bedenî ya li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tebqayê li dar ket. Di serî de hekem Mihemed El Şêx bixêrhatina beşdaran kir.

Di turnûvayê de bi dehan şêniyên kantona Tebqayê, Minbic û Reqayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevgerên ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di turnûvayê de 30 lîstikvan beşsar bûn; 10 ji Tebqa, 10 ji Minbic û 10 ji kantona Reqayê ne.

Lîstikvanan ji bo hildana giraniyên 100 heta 300 kîlogram ketin pêşbirkê.

Di turnuvayê de lîstikvanek ji kantona Reqayê bû şampyon.

Di dawiya turnûvayê de lîstikvanên serkeftî hatin xelatkirin.

(mh)

 ANHA