Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Hedefgirtina binesaziyê karekî terorî û tirsonek e

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê destnîşan kir ku hedefgirtina binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve karekî terorî û tirsonek e.

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Hedefgirtina binesaziyê karekî terorî û tirsonek e
25 kanûn, 2023   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziya herêmê, kargehên petrolê û mal û milkên sivîlan ku di encamê de sivîl şehîd û birîndar bûn û zirarê madî li welatiyan bûn, şermezar kirin.

Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hedefgirtina kargeh û binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser karekî plankirî ye û armanc jê têkbirina aboriyê û çavkaniyên debara sivîlan e da ku ew di encamê de bên birçîkirin û koçberkirin, her wiha Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk bên têkbirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hedefgirtin karekî terorî û tirsonek e ji ber ku çavkaniyên jiyanê yên nêzî 5 mîlyon welatî û bi sed hezaran koçber hedef digire nexasim hemwextî rewşên aborî û jiyanî yên dijwar.

Partiyê di berdewana daxuyaniyê de da zanîn ku ev êriş bi zanabûn piştî çend rojan ji ragihandina Hevpeymana Civakî û lidarxistina Kongreya 4'emîn a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) çêbûn, ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bêje hemleya qirkirinê ya li dijî Kurdan û pêkhateyên din berdewam e û ew ê her şerê projeyên demokratîk bike û aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Partiyê bang li hêzên navneteweyî di serî de Amerîka kir ku destwerdanê bikin û pêkanîna sûcên dermirovî yên li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rawestînin, her wiha bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurd û tevahiya gelê herêmê kir ku li hember terora dewleta Tirk bibin yek û destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

(mh)