Trump: Îranê tu agahiyên têkildarî rawestandina danûstandinan neda me

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ji biryara Îranê ya rawestandina danûstandinan pêşwext nehatiye agahdarkirin.

Trump: Îranê tu agahiyên têkildarî rawestandina danûstandinan neda me
1 hezîran, 2026   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyên xwe yên ji bo NBC News de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Ji bo wan guncaw e ku wisa bibêjin, ji ber ku ew di danûstandinan de ji şer çêtir in, lê wan em agahdar nekirin."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku biryara Îranê nayê wateya gaveke Amerîkayê ber bi zêdebûna leşkerî ve û anî ziman ku, "Ev nayê wê wateyê ku em ê dest bi bombekirina wir bikin. Em ê dorpêçê bidomînin."

Ajansa nûçeyan a "Tasnim" a Îranê ragihandibû ku tîma danûstandinan a Îranê dê "danûstandin û peywendiya peyaman bi rêya navbeynkaran rawestîne" û berdewamiya êrişên leşkerî yên Îsraîlê li Lubnanê wekî binpêkirina şertên agirbestê bi nav kir.

(fr)