Li Qamişloyê malbatên dîlgirtiyên QSDˊê çalakiyek li dar xist

Malbatên şervanên QSDˊê yên ji Qamişloyê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîlgirtî ne çalakiyek li dar xist.

Li Qamişloyê malbatên dîlgirtiyên QSDˊê çalakiyek li dar xist
1 hezîran, 2026   21:18
QAMIŞLO

Malbatên dîlgirtiyên ji şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne çalakiyek li dar xist.

Malbat li Çerxerêya Sonî ya naverasta bajêr kom bûn, wêneyên zarokên xwe hildan û diruşmên bi banga bersiva daxwazên wan bidin, zarokên wan berdin berz kirin.

Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê, koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, îro jî (01 Hezîran) 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan.

(fr)

ANHA