Malbatên ji Amûdê banga berdana zarokên xwe kir

Malbatên dîlgirtiyên û xelkê bajarê Amûdê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne çalakiyek li dar xist.

Malbatên ji Amûdê banga berdana zarokên xwe kir
1 hezîran, 2026   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên malbatên dîlgirtiyan ên bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne de, li Qada Jina Azad a Amûdê çalakiyek hat organîzekirin.

Di çalakiyên malbatên dîlgirtiyan, zarokên wan û xelkê bajêr kom bûn, wêne dîlgirtiyan û pankartên "Zarokên me berdin", "Em zarokên xwe dixwazin" hatin hildan.

Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê, koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, îro jî (01 Hezîran) 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan.

(sb/fr)

ANHA