Trump gefa ‘qirkirinê’ xwar

Serokê DYA‘yê Donad Trump got eger Îranê hewl bide wî bikuje dê "bi temamî were qirkirin". Îranê jî ragihand ku ew pabendî metna lihevkirina bi Washingtonê re ye.

Trump gefa ‘qirkirinê’ xwar
11 tîrmeh, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh gef xwar ku eger Îran hewl bide wî bikuje, DYA dê bi tevahî Îranê ji holê rake. Trump got wî ferman daye artêşê ku di senaryoyeke wisa de tavilê bersivê bide.

Trump bi rêya platforma Truth Social got: “Hezar mûşek amade ne ku ber bi Îranê ve werin avêtin. Heke hewla sûîqestkirina min bê kirin, dê bi hezaran mûşekên din werin avêtin. Artêşa DYA’yê amade ye, dixwaze û dikare wan fermanan bi cih bîne.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro got welatê wî gotina xwe ya der barê metna lihevkirinê ya bi DYA‘yê re kir û bi cih anî. Eraqçî Washington bi binpêkirina şertên peymanê tawanbar kir û diyar kir ku agirbesta ku di Hezîranê de her du welatan îmze kiribû, bi dawî bûye.

Hate ragihandin ku Wezareta Xezîneyê ya DYA‘yê cezayên nû li ser karsaz û bankerê îranî Elî Ensarî û 13 kes û saziyên din birîne. Cenaze bi îdiaya ku ev kes û sazî destekê didin rêveberên Îranê û Pasdarên Şoreşa Îslamî hatine birîn.

Wezaretê diyar kir ku armanc ji van pêkanîna lawazkirina jêderên diravî yên rejîma Îranê ye.

Wezareta Xezîneyê destnîşan kir ku dê îzolkirina rayedarên mezin ên Îranê ji pergala diravî ya global bidomîne.

Tehranê ragihand ku eger DYA‘yê metna lihevkirinê binpê bike, hêzên wê amade ye parastinê bike. Mûzakervanê mezin ê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di nivîsekê de ku li ser Telegramê weşandiye got "Şer tu carî bi teslîmbûna Tehranê bi dawî nabe."

(bb)