Di êrişa li ser Kîevê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi mûşekan êriş bire ser paytexta Ukraynayê Kîevê. Di encamê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn.

Di êrişa li ser Kîevê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn
11 tîrmeh, 2026   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Ukraynayê, hêzên Rûsyayê bi mûşekekê êrişî Kîevê kir. Di encamê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn.

Rêveberiya leşkerî ya Kîevê ragihand ku dengê çend teqînan hatin bihîstin û sîrenan lê daye. Şaredarê herêmê Vitali Klitschko jî got agir li santraleke veguhastina elektrîkê ketiye û zirar li avahiyên îdarî û niştecihan bûye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî daxuyand ku hêzên wê êriş li dijî saziyên pişesaziya leşkerî yên li Kîevê û tesîsên binesaziyê yên li bendera Yuzhny a li herêma Odessa kirine. Wezaretê diyar kir ku bender wekî navendeke lojîstîkî ji bo hêzên Ukraynayê tê bikaranîn û destnîşan kir ku depoyên alavên leşkerî û tankên sotemeniyê bûne hedef.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh niyeta xwe ya ji nû ve avakirina hêzên êrişê yên Ukraynayê û avakirina fermandariyeke leşkerî ragihand da ku êrişên dûr li nav axa Rûsyayê pêk bîne.

(bb)