Trump ferman da artêşê: Keştiyên Îranê li Tengava Hurmuzê birûxînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku wî ferman daye artêşê ku keştiyên Îranî yên ku rê li ber çûnûhatinê li Tengava Hurmuzê digirin birûxînin.

Trump ferman da artêşê: Keştiyên Îranê li Tengava Hurmuzê birûxînin
23 nîsan, 2026   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman daye artêşa Amerîkayê ku keştiyên piçûk ên Îranî yên ku rê li ber çûnûhatinê li Tengava Hurmuzê digirin "birûxînin". Trump ragihand ku wan dest bi rakirina mayînan li rêya deryayî kiriye.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: "Min ferman daye Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku her keştiyek, çi piçûk be jî, ku li ava Tengava Hurmuzê mayînan datîne, birûxînin" û got, "Divê dudilî tune be. Keştiyên me yên paqijkirina mayînan niha Tengava Hurmuzê paqij dikin."

Serokê Amerîkayê wiha domand: "Ez bi vê yekê destûrê didim ku ev operasyon berdewam bike, lê di astek sêqatî de be."

Di posteke din de, Trump got ku Îran di destnîşankirina kî pêşengtiya wê dike de zehmetiyek mezin dikişîne.

Trump anî ziman ku "nakokiya navxweyî di navbera 'xeta radîkal' de ye ku li qada şer windahiyên giran dikişînin û 'xeta nerm', ku ne pir nerm in (lê rêzgirtina wan zêde dibe)."

(fr)