Topbarana dewleta Tirk li ser kantona Efrîn û Şehbeyê firehtir bû

Dewleta Tirk a dagirker topbarana li ser kantona Efrîn û Şehbayê firehtir kir û gelek gundên din bi çekên giran û moşekan topbaran dike.

Topbarana dewleta Tirk li ser kantona Efrîn û Şehbeyê firehtir bû
30 ÇILE, 2024   13:31
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa, Minix û Eyn Deqnê yê navçeya Til Rifetê, gundê Til Eneb, Ziweyne, Şiyale, Xirbet Şiyale yên kantona Efrîn û Şehbayê bi çekên giran û moşekan topbaran dikin.

Hemwextî wê, topbarana li ser gundê Şewarxe û Bêlûniyê li heman kantonê û rojavayê Minbicê berdewam dike.

Lê belê agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA