‘Rizgarkirina Şengalê serketina gelê bi axa xwe ve girêdayî ye‘

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê. R) bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku rizgarkirina Şengalê serketina îradeya gelê bi axa xwe ve girêdayî ye.

‘Rizgarkirina Şengalê serketina gelê bi axa xwe ve girêdayî ye‘
13 mijdar, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê. R) bi boneya salvegera 11’an a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di dîrokê de rêze ferman û hewldanên qirkirinê li dijî civaka Êzidî hatin kirin, armanc jî jî jiholê rakirina çand, nasname û baweriya Êzidiyan bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an a ku çeteyên DAIŞ‘ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk anîbû yek ji sûcên herî mezin di dîroka nûjen de ye. Her wiha hate gotin, di vê fermanê de, bi taybet jin û zarok, gelek sivîl hatin qetilkirin, revandin û koçberkirin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana civaka Êzidî ya li hemberî fermanê hat kirin û hate gotin, îradeya jiyana azad ji hewldanên şikandina îrade û îmhakirina nasnameyê mezintir bûn, rizgarkirina Şengalê jî berhema berxwedaneke hevbeş a mezin bû.

Her wiha di daxuyaniyê be berxwedana gerîlayan, şervanên YPJ û YPG‘ê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê, rola wan a vekirina kerîdorên mirov ên rizgarkirina bi hezaran sivîlan û rizgarkirina wan ji qirkirinan hatin bibîrxistin. Helwesta gelê Rojava jî ku piştgirî da êzidiyan hat behskirin.

Yekitiya Jinên Êzidî di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku rizgarkirina Şengalê serketineke leşkerî ya ji rêzê nîn bû, lê belê serketina îradeya gelekî ye ku bi ax, nasname û mafê xwe yê jiyaneke azad û bi rûmet ve girêdayî ye.

Di berdewama daxuyaniya Y.J. Ê.R de şehîdên rizgarkirina Şengalê hatin bibîrnîn, ji bo pêkanîna edaletê ji qurbaniyên komkujiyê, aşkerakirina aqûbeta windayan, ji nû ve avakirina Şengalê, vegera koçberên a li warê xwe, parastina mafên jinên Êzidî, nasnameya çandî û civakî ya civaka Êzidî banga domandina xebatê kir.

(bb)