Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî dest pê kir

Bi beşdariya bi sedan mêvan û sînemagerên ji  her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn li Qamişloyê dest pê kir.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî dest pê kir
Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî dest pê kir
Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî dest pê kir
13 mijdar, 2026   19:16
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” hatiye organîzekirin,  li hola navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir. 

Tevî girseyek hunermend û rewşenbîran, gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam, fermandarê Tûgaya Qamişloyê Luqman Xelîl, hevserokê PYD‘ê Xerîb Hiso û siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed jî amade bûn.

Axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê Îlham Ehmed ve hate kirin. Îlham Ehmed bixêrhatina mêvanên ji aliyên din ên Kurdistanê û parêzgehên Sûriyeyê kir û girîngiya beşdariya cihreng a ji her deverî di festîvalê de vegot.

Îlham Ehmed geşedanên têkildarî entegrasyonê jî nirxandin û destnîşan kir ku gavên erênî hatin avêtin û destkeftiyên mezin ji bo gelê Kurd hatin bixistin. Îlham Ehmed di naxa axaftina xwe de got, divê ev destkeftî û maf di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.

Di mîhrîcanê de gelek axaftin  hatin kirin ku behsa girîngiya vê mîhrîcanê kirin.

Piştre Koma MA (Ma Mûzîk) û Koma Narîn a govendê hunerên pêşkêş kirin.

Piştre jî fîlmê "Heval Kekê Min" a derhêner Haşim Aydemir hat pêşandan.

Di mîhrîcanê de ku dê heya 20‘ê Mijdarê dewam bike, dê fîlm werin pêşandan, panel û semînerên hunerî û çandî werin organîzekirin, çalakiyên mûzîkê werin nîşandan û di dawiyê de xelat werin dayîn.

(bb)