TEV-DEM’ê bi minasebeta Çarşema Sor peyamek da

TEV-DEM’ê bo boneya Çarşema Sor peyamek da û diyar kir “Em bang li hemû penaberên di kampên li Başûrê Kurdistanê de dikin ku vegerin Şengalê û bi berxwedana Şengalê re girêdanên yekitî û hevgirtinê xurttir bikin.”

TEV-DEM’ê bi minasebeta Çarşema Sor peyamek da
16 nîsan, 2024   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM’ê bi peyamekê îşaret bi girîngiya Çarşema Sor kir û ev bone li tevahiya êzidiyan pîroz kir. Her wiha banga vegera li Şengalê li êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê kir.

Peyama Çarşema Sor a TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bi hatina cejna Çarşema Sor re, di serî de em germtirîn pîrozbahî û silavên xwe ji serok Abdullah Ocalan re dişînin ku tembiya parastina êzidiyan ji xayîn û xedaran kiribû û bi helwestên xwe yên neteweyî û exlaqî karîbû ruh û cewherê çand û dîroka vê ola resen û kevnar zindî bike û di nava civaka Kurdistan û tevahiya civakên li deverê de cihê wê yê layiq diyar bike. Her wiha em tevahiya gelê Kurd, bi taybet ji Kurdên êzidî, tevahiya malbatên şehîdan, têkoşer û berxwedêrên li eniyên berxwedanê yên ku beşdarî berevanî û rizgarkirina êzidiyan ji nav lepên terora DAIŞ’ê ya cîhanî bûne pîroz dikin.

Li gorî salnameya rojhilat Çarşema Sor di destpêka meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev cejn destpêka pêkhatina gerdûnê, jiyanê û xwezayê ye. Her wiha berdewama avakirina bingeh û prensîbên felsefeya jiyana xwezayî ya nû ye. Çarşema Sor wek gava yekem a ber bi avakirina bilindtirîn nirx û exlaqê mirovahiyê ye, ku piştre bû qanûna jiyana hevbeş navbera tevahî civakên di wan serdemên şaristanî de.

Mîrateya Çarşema Sor ji ruhê bingehîn ê mîtolojiya êzidiyan derdikeve. Wekî cejneke olî û neteweyî ye ku xwedî wate û nirxên dîrokî yên mezin û pîroz e. Çarşema Sor nûnertiya prensîba wekhevî û edaleta civakî, hevqebûlkirin, rêzgirtin, aştî û ewlehiyê dike. Ev prensîb hemû bi rêya projeya neteweya demokratîk di ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar dibe.

Di demekê de ku gelên herêmê Çarşema Sor a îsal pîroz dikin, hîna jî civaka êzidî ya berxwedêr a li Şengal û derveyî welat rastî zehmetiyên pir mezin tê. Sedema van zehmetiyan jî komplo û peymanên siyasî  yên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê de ye ku li dijî îradeya civaka me ya êzidî pêk tînin. Armanc dikin ku êzidiyan ji qada siyasî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê dûr bixin.

Li Efrîn û Serêkaniyê jî rojane sûc li dijî Kurdên êzidî tên kirin. Armanc dikin ku teror û çetêtiya di bin sîwana dewleta Tirk a faşîst a dagirker de têne kirin rewa bikin û hebûna û çanda dîrokî ya civaka êzidî ji holê rakin.

Em vê minasebetê li hemû gelên herêmê bi hemû ol, bawerî û çandên wan û bi taybetî Kurdên êzidî silav dikin û vê cejna dîrokî ya resen li wan pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya baş a vîneke siyasî ya azad.

Her wiha em bang li hemû hêzên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê û hemû rêxistinên mafên mirovan û sivîl dikin ku ji bo parastina îrade û destkeftiyên êzidiyan li Şengalê destekê bidin êzidiyan. Her wiha girîngiyê bidin destkeftî û serkeftinên siyasî, civakî û aborî yên ku êzidiyan bi dest xistine.

Em bang li hemû penaberên di kampên li Başûrê Kurdistanê de dikin ku vegerin Şengalê û ji bo têkbirina plan û peymanên ku civaka êzidî dixe bin xetereya qirkirina nû de, bi berxwedana Şengalê re girêdanên yekitî û hevgirtinê xurttir bikin.”