Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamekî wê yê bi navê Fadî El Ehmed di encama krîza dil de li kantona Dêrazorê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
16 nîsan, 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endamekî xwe li kantona Dêrazorê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Roja Çarşemê 14’ê Nîsanê, endamê me Fadî Hemîd El Elî dema dema erka xwe li Dêrezorê bi cih dianî di encama krîza dil de gihişt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Fadî El Elî

Navê Dayikê: XilûdeNavê Bav: Hemîd

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrezor 2019/5/23

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 14.04.2024

Şehîd “Fadî” yek ji endamên damezrîner û bibandor bû, ji dema ku tevlî nava refên hêzên me bûye ve, ji bo ku erkên xwe li hember welatê xwe bi dilsozî pêk bîne beşdarî gelek pêngavên li dijî şaneyên DAIŞ’ê û komên çete bû. Her tim bi îrade û hêza xwe hewl dida gel û xaka xwe biparêze û di rêya parastina xak û gelê xwe de gihişt asta şehadetê.

Bila sere gelê xwe û malbata şehîd Fadî re sax be. Em ê bi rêz û hurmet bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên xwe yên bi rûmet ên ku ji bo parastina welat û gelê xwe bedelên herî bi nirx dane û canê xwe feda kirine, ditewînin. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bên."

(şx)

ANHA